Encûmena Parêzgeha Hewlêrê civîneke ne asayî îro li dar dixe

23 December 2021 12:41 0 dîtin
Encûmena Parêzgeha Hewlêrê civîneke ne asayî îro li dar dixe

PeyamaKurd – Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, ji bo nîşandana nerazîbûnê û daxwazkirina alîkariya zêdetir ji hikûmeta federal a Iraqê civîneke ne asayî îro li dar dixe.

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd diyar kiriye “Îro Pêncşemê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo nîşandana nerazîbûnê û daxwazkirina alîkariya zêdetir ji hikûmeta federal a Iraqê bo Herêma Kurdistanê, wê bi awayekî ne asayî bicive.”

Roja Çarşembê 12 endamên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê daxwazek ji Serokê Encûmena Parêzgehê kirin, da ku Encûmen bilez bicive. Wan endamên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, di daxwaznameya xwe de behsa wê yekê kirine ku xelkê bajarê Hewlêrê çaverêya alîkariya zêdetir ji hikûmeta Iraqê dikirin, lê mixabin pereyekî kêm ji bo karesatê hatiye diyarkirin.

Herwiha Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê spasiya Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareyên serbixwe, bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Dezgeha Ruwange, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tevaya wan kompanî û xêrxwazan kir ku alîkarî pêşkêşî zirarpêketiyên lehiya Hewlêrê kirine.