Asayîsa Hewlêrê derbarê êrîskirina parêzvanên Salaw Kosret Resûl de daxuyanî da

30 September 2024 19:10 0 dîtin
Asayîsa Hewlêrê derbarê êrîskirina parêzvanên Salaw Kosret Resûl de daxuyanî da

PeyamaKurd – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê derbarê gule reşandina  parêzvanên Şalaw Kosret Resûl a li nav mizgeftekê de daxuyanî da û ragihand: ‘’Em tekez dikin ku hiqûq serwer e û ew kesên ku bi awayekî neqanûnî gule reşandine, wê bên darizandin.’’

Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku,  “Şîna malbata Qehar Sabir Elke li mizgefta Reşad Muftî ya bajarê Hewlêrê hebûye. Şalaw Kosret Resûl bê ku hayê şîngiran jê çeke, tevî parêzvanên xwe çûye serdana şînê. Lê malbata şîngir nexwestiye ku Şalaw Kosret Resûl li şîna wan bimînin, ji ber ku berê 2 kesên ji wê malbatê bi destên malbata Şalaw Kosret Resûl ve hatine kuştin. Piştî ku malbata şîngir nexwestiye ew li wir bimînin, di navbera wan de nîqaş derketine û parêzvanên Şalaw Kosret Resûl bê ku guh bidin şîna malbatê û rêzê ji mizgeftê re bikin, êrîşî wan kirine û gelek gule li wan reşandine. Di encamê de hemwelatiyek bi guleyên parêzvanên Şalaw Kosret Resûl birîndar bûye.  

Asayîşa Hewlêrê her weha bîr xist, ‘’Em radigihînin û tekez dikin ku hiqûq serwer e û ew kesên ku bi awayekî neqanûnî gule berdane û wê bên darizandin.’’