Asayîsa Hewlêrê çeteya santajê ya ser Facebook û Tiktokê desteser kir

13 July 2023 17:45 0 dîtin
Asayîsa Hewlêrê çeteya santajê ya ser Facebook û Tiktokê desteser kir

PeyamaKurd – Asayîşa Hewlêrê çeteyeke ku bi belavkirina vîdyoyên kirêt li ser platformên medya civakî şantaj li bikarhênerên medya civakî dikir, desteser kir.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro 13ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Bi biryara dadwerê lêkolîna asayîşa Hewlêrê me karî 5 tometbarên bi navên M.H.S, F.Ê.Ê. K.Î.D. R.N.Ş.û R.X.S bigrin ku bi rêya torên civakî ve bi taybet jî li Tiktok, Telegram û Facebookê video û wêne tomar kirine û girte vîdeoyên çend hemwelatiyên ji herdu zayendan ên kirêt belav kirine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li hember belav nekirina girte videoyên kirêt ji her kesekî daxwaza pere kirine, herwiha li ser Facebokê xwe wek jin nîşan dane û balkişandine ser xwe û girte videoyên kirêt tomar kirine û ji ber wê jî karîne pereyekî zêde jî wergirin.”

Di daxuyaniya asayîşa Hewlêrê de ji hemwelatiyan hate xwestin: “Ji ber wê jî em daxwaz ji hemwelatiyên xoşdivî dikin xwe ji wan pêwendiyan dûr bigrin, ku bi rêya torên civakî hatine pêk tên û bawerî bi her kesekî nekin ku nebin qurbanî û têkevin wan rewşan.”