Ji Asayîsa Hewlêrê hisyariya çekan bo Kampanyaya Hilbijartinan

18 August 2024 13:02 0 dîtin
Ji Asayîsa Hewlêrê hisyariya çekan bo Kampanyaya Hilbijartinan

PeyamaKurd - Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê bang li partiyên siyasî kir ku bi çekan kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nekin û çekan jî nekin diyarî.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand, her kesê ku di dema kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê  de çekan bike diyarî, dê bê cezakirin .

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê diyar kir, ji bo rêgirtin li her bûyereke nexwestî, em daxwaz ji partiyên siyasî  û kesayetiyan dikin ku bi çekan kampanya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nekin, ji ber ku karekî neyasayî ye.

Hêjayî gotinê ye, li gorî yasaya çekan li Herêma Kurdistanê, her kesê ku bê destûr çekan hilgire, bifroşe û bikar bîne, bi cezayê girtîgehê ji salekê kêmtir nebe û ji sê salan zêdetir nebe tê cezakirin.