Kurdistan | Namzedên di kampanyaya hilbijartinê de çekan hilgirin wê bên cezakirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku her namzedê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku di bangeşeya xwe de çekan hilgire wê li gorî qanûnan bê cezakirin.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed roja Şemiyê ragihandiye, “Emê ji bo rojên bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê planeke berfireh deynin, daku li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û bangeşeyeke aştiyane were lidarxistin.”
Wezîrê Navxwe da xuyakirin: “Namzedên Hizib û pêkhateyên siyasî, mafê wan nîne ku bi çek bangeşeya hilbijartinê bikin û biçin nav xelkê; ji ber ku hilbijartin proseyeke demokrasî û azadiyê ye û her kesekî jî di dema bangeşeya hilbijartin û rojên dangdanê de çek hilbigre, bêguman ew kes dê rûbirûyê dadgehkirina yasayî bibe, di dawiyê de hilgirtina çekan di dema bangeşeya hilbijartinan de ne tenê li dijî rênimayên lijneya Bilind a Ewlekariya Herêma Kurdistanê ye, herwiha berevajî biryarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan e.”
Ehmed herwiha got: “Lijneya Bilind a Ewlekariyê li Herêma Kurdistanê ku hemû saziyên fermangeyên polîs û asayî û zîrevanî û berevanî û hewarçûnê tê de endam in û nûnerên komisyona bilind a hilbijartinan jî tê de cî digrin. Ji ber wê weke hilbijartinên berê, dê plansaziyeke ewlekarî ya zexim bê danîn, da ku di hewayeke aram û seqamgîr de bangeşeya hilbijartinê birêve biçe, ligel wê jî em hewlên cidî didin ku navendên dengdanê di aramî û seqamgêriyeke pir baş bin û ti metirsiyek li ser dengdêran û navendên dengdanê û ew hêzên ku wan cihan diparêzin de nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin