Hisyariya Rêveberiya Polîsên Hewlêrê: Gule berdana hewayê qedexe ye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî bidawîbûna proseya hilbijartinan li Hewlêr û derdora wê, bi her awayî gule berdana hewayê qedexe ye.
Îro Yekşemê 20.10.2024ê rêveberiya polîsê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî bi aramî bidawîhatina proseya hilbijartinan li Hewlêr û derdora wê, gullereşandina li hewa bi her awayî qedexe ye û destûr nayê dayîn ku kêfxweşiya xwe diyar bike.
Hat balkişandin ku li dijî her kesê ku li gorî biryarê tevnegere û biryarê binpê bike wê rêyên qanûnî bê girtin û bên desteserkirin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku aramî û ewlehiya welatiyan biparêzin.
Îro di saet 07.00ê proseya dengdana giştî di çarçoveya hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê de destpê kir. 2 milyon û 686 hezar û 578 dengder li 4 herêmên hilbijartinan Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebce mafê dengdanê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin