Rêveberiya Jîngeha Hewlêrê: Nêzîkî 40 rafîreneriyan hatin girtin
PeyamaKurd – Nêzîkî 40 rafîneriyên ku di navbera Hewlêra paytext û navçeya Gwêrê ya Mûsilê de dixebitin hatin girtin.
Serokê Rêveberiya Jîngeha Hewlêrê Dilşad Hiranî di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku nêzîkî 40 rafîneriyên di navbera Hewlêr û navçeya Gwêrê de hatine girtin.
Hîranî amaje bi wê yekê kir ku hin xwediyên rafîneriyan û karmendên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.
Roja borî Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Hewlêrê ragihandibû ku “Hinek rafîneriyên ku li gorî rênimayan tevnedigeriyan hatine girtin.”
Dilşad Hiranî got, “Ev rafînerî ziyaneke mezin digihînin jîngeh, hewa, ax û avên bin erdê. Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku ew rafînerî bên girtin.”
Di encama kontrolkirina ekîbeke hevpar a ji nîzama giştî, polîs, yekîneya jîngehê û rêveberên navçeya Gwêrê pêk dihat, rafînerî hatin girtin. Ev pêvajo bi serperiştiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.
Li gorî daneyên Walîtiya Hewlêrê, di nava sînorên Hewlêrê de 138 rafîneriyên neqanûnî hene.
Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Asayişa Giştî ya Hewlêrê ragihand, “Hinek ji rafîneriyên girtî, rafîneriya duyemîn a neqanûnî li cihê xwe ava dikin û di vê berhemê de sotemeniya kêmkalîte hildiberînin û gazên gelekî zirardar derdixin nav jîngehê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin