Rêveberiya Balafirgeha Hewlêrê nehist balafira Îranê deyne

04 July 2022 15:45 0 dîtin
Rêveberiya Balafirgeha Hewlêrê nehist balafira Îranê deyne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke Îranê ya ku dixwest li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê deyne, rêveberiya balafirgehê nehiştiye ew balafir deyne.

Li gorî daxuyaniya Rêveberê Balefirgeha Navnetewî yê Hewlêrê Ehmed Hoşyar, biryar bû îro balafireke xetên asmanî ya Îranê yekem geşta xwe li bajarê Urmiyê bo Hewlêrê pêk bîne, lê ji ber çend tedbîrên yasayî wan rê nedaye deyne balafirgehê.

Hoşyar got:”Çar roj in me daxwaz ji xetên asmanî yên Ata ya Îranê kiriye, zanyariyên temam derbarê balafirê û rêwiyan û ew barê ku hilgirtiye de bide, wek tedbîreke yasayî û asayî wan zanyariyan bidin balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê, lê xetên asmanî ya Îranê red kiriye ku zanyariyan bide balafirgeha Hewlêrê, ji ber wê jî rê nehate dayîn ku ew balafira Îranê deyne.”