Ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniya vegerandina balafira THYê

27 February 2024 19:18 0 dîtin
Ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniya vegerandina balafira THYê
PeyamaKurd - Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê li ser sedema vegerandina balafireke Tirkiyê “Turkish Airlines” daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî çareserkirina pirsgirêka sîstema GPSê ya balafirê, balafira THY vegeriyaye Hewlêrê û bê pirsgirêk daketiye.

Rêveberiya Giştî ya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê îro 27ê Sibatê da xuyakirin: “Piştî belavbûna nûçeya hebûna kêşeyekê di sîstema GPSê ya balafirgehê de, ku di dema daketina
balafireke Turkish Airlinesê de pirsgirêk derket, ew balafir vegeriya Tirkiyeyê. Me pêwîst dît ku ji raya giştî re ravekirinan bidin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo daketina her balafirê, sê rêyên cuda, hevaheng û bikêrhatî hene, ew jî (sîstema ILS, sîstema GPS û Visual) ku her yek ji wan rêyan, girêdayî daxwaza hêla asmanî û daxwaza kaptanê balafirê ye.”


Hate diyarkirin, “Li gorî rêgez û mekanîzmayên geştên hêla asmanî yên THY pêwîst e her du sîstemên ILS û GPS di dema daketinê de hebin. Ji ber vê yekê îro dema ku balafira Turkish Airlines hat, her du sîstem jî hebûn, lê di sînyala sîstema GPSê ya balafirê de pirsgirêk derket, ji ber wê jî ew balafir vegeriya Tirkiyê.”

Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn, “Piştî çend demjimêran pirsgirêka GPSê ya balafirê hat çareserkirin û ew balafir vegeriya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û bê pirsgirêk daket.”

Herwiha hate gotin, îro hemû geştên asmanî yên balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê di atmosfereke asayî, kontrolkirî û aram de pêk hatine.