Josep Borell li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêswazîkirin

07 September 2021 14:51 0 dîtin
Josep Borell li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêswazîkirin

PeyamaKurd - Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell piştî serdana Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazî kirin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell, wê di serdana xwe de bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Borell ji bilî pêwendiyên Yekîtiya Ewropa yên ligel Herêma Kurdistanê wê  mijara hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û çend mijarên din bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gotûbêj bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev yekem serdana şandeke bilind a Yekîtiya Ewropayê ye ku li ser navê 27 welatên endam bo Kurdistanê tê kirin.