Encûmena Asayîsa Navdewletî ji bo Koreya Bakur civîneke awarte saz dike

20 October 2021 19:49 0 dîtin
Encûmena Asayîsa Navdewletî ji bo Koreya Bakur civîneke awarte saz dike

PeyamaKurd – Piştî ku Koreya Bakur moşekên balîstîkî yên binê avê ceriband û  moşek li Deryaya Japonyayê ket, Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî kete tevgerê.

Rêveberiya Japonya û Koreya Başûr ragihandibûn ku Koreya Bakur moşek ceribandine û Koreya Bakur jî piştî bêdengiyê mikur hat ku wan moşekek balistîk a ji bin deryayê ceribandiye.

Ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNA daye xuyakirin, moşek ji bin noqîvaneke ku 2016an jî ceribandin pêk anîbû hatiye avêtin.

Piştî vê daxuyaniyê, Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand ku îro Çarşemê bi rojeva Koreya Bakur civîneke awarte tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî ceribandina moşekan ji aliyê rêveberiya Piyongyangê ve şermezar kir û got, dawî li provakasyonên xwe werînin.

Ceribandina moşeka Pyongyang di dema ku biryar bû serokên îstîxbaratê yên Koreya Başûr, Japonya û Amerîkayê bi mijara Koreya Bakur li Seulê bicivin pêk hat.