Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser rewsa mirovî ya Sûriyê dicive
PeyamaKurd – Roja Duşemê Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa mirovî ya Sûriyê dicive û dibe ku biryarê li ser dirêjkirina vekirîmana Deriyê Bab el-Hewa bide.
Biryar e roja Duşemê 9ê Çileya 2023an Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê de bicive û mijara serekî jî dengdana li ser vekirîmana Deriyê Bab el-Hewa ye ji bo 6 mehên din. Civîn di demekê de ye, roja 10ê mehê biryara encûmenê ya taybet bi vekirîmana deriyê navborî bi dawî bibe. Deriyê Bab el-Hewa take rêya veguhestina hevkariya mirovî ye ji Tirkiyê ji bo bakurê rojavayê Sûriyê.
Rûsya ku hevpeymanê Hikûmeta Sûriyê ye, di salên borî de serkeftî bûye di kêmkirina gihandina hevkariyan de bi rêya deriyên sînorî ji bo nav Sûriyê û Rojava jî wê tohmetbar dike ku armanca wê nehiştina hevkariyan e ji bo navçeyên di bin destê opozisyona Sûriyê de. Eger ew biryar bê nûkirin, deriyê Bab el-Hewa heta şeş mehên din vekirî dimîne û alîkarî ji Tirkiyê ji bo bakurê rojavayê Sûriyê tê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin