Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser rewsa Sûriye û Hesekê civiya

28 January 2022 13:29 0 dîtin
Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser rewsa Sûriye û Hesekê civiya

PeyamaKurd Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriye û Hesekê û Girtîgeha Xiwêran, do êvarî 27ê Çileya 2022yan rûniştineke taybet li dar xist û civînê de Nûnerê Herdemî yê Rûsyayê amade bû.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşê û Berpirsê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî yê Têkoşîna dijî Terorê Vladimir Fronkov, nîgeraniya xwe li ser êrîşên DAIŞê li ser Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ragihand û da zanîn, di encama wê êrîşê de hejmareke berçav a zindaniyên DAIŞê reviyan, 700 zarok jî di wê girtîgehê de hene, ku DAIŞ wan weke mertala mirovî bi kar tîne.

Fronkov eşkere kir, bûyerên Girtîgeha Xiwêran beriya niha li çend cihên cîhanê dubare bûne, DAIŞ û El Qaîde ji bo karên wisa amadekarî kiribûn.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Encûman Asayîşê destnîşan kir, şiyana DAIŞê heke ku dest bi ser girtîgehan de bigre, ev gef bi dawî nehatiye, dibe ku dubare bibe, divê kêşeya girtîgeh û kampên DAIŞê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê werin çareserkirin.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayîşê yê li Sûriyê diyar kir, reva zindaniyan di sala 2014an de li Iraqê jî rû da, ev nameyek e ji bo her kesî ku teror li ser cîhanê gef e.

Li Girtîgeha Xiwêran zêdetirî 4 hezar çekdarên zindanîkirî yên DAIŞê hebûn, di nav wan de 700 çekdar temenê wan di jêr 18 salî de ne, li gor gotin Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan heta niha tenê 2 hezar çekdar hatine desteserkirin, ew jî piraniya wan xwe radest kirine.