Encûmena Asayîsa Navdewletî ji bo xwepêsandanên demên dawî yên li Îranê dicive

29 October 2022 13:32 0 dîtin
Encûmena Asayîsa Navdewletî ji bo xwepêsandanên demên dawî yên li Îranê dicive

PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Navdewletî wê xwepêşandanên demên dawî yên li Îranê gotûbêj bikin. Îranê bertek li hember vê yekê nîşan da û diyar kir: “Amerîka tohmetbarê sereke yê aloziyan e.”

Li gor zanyariyan, biryar e civîn roja Çarşemê 2yê Mijdarê were birêvebirin û Nûnerê Encûmena Mafên Mirova ya Navdewletî yê Îranê Cawîd Rehman, Wergirê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî û aktora sînemayê û çalakvan Nazenîn Zaxerî di civînê de biaxivin.

Amerîkayê eşkere kir, mebesta vê civînê, "lêkolîna serbixwe û cihê baweriyê" li ser binpêkirina mafên mirovan li Îranê, civîn ne fermî ye û endamên Neteweyên Yekbûyî, kom û rêxistinên mafên mirova dikarin beşdar bibin.

Herwiha Ajansa Reutersê li ser naveroka civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihand û got: “Di civînê de bi hûrgilî wê behsa bêdengkirina van demên dawî yên keç û jin û pêkhateyên olî û netewî yên Îranê were kirin.”

Herî dawî Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî jî bertek li vê civînê nîşan daye û ragihandiye, niyeta Amerîkayê ji bo piştgiriya jinên Îranê, "pak nîne" û dibêje: “Amerîka tohmetbarê sereke yê aloziyan e.”