Encûmena Asayîsa Navdewletî ji bo Xezeyê civiya: Hewldanên dîplomatîk xurt bikin!
PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 9ê Tebaxê ji bo rewşa Xezeyê û agirbesta didome civîya.
Di civîna lezgîn a Encûmena Asayîşa Navdewletî ya ji bo bidawîkirina bûyerên tundiyê li Xezeyê de, Kordînatorê Taybet bo Aştiya Rojhilata Navîn ê NY Tor Wennesland, bang li serokên Îsraîl û Filîstînê kir ku ji bo çareseriyeke du dewletî vegerin ser maseya danûstandinan û hewldanên dîplomatîk xurt bikin.
Wennesland herwiha agirbesta ku 7ê tebaxê bi navbeynkariya Misirê di navbera Tevgera Cîhada Îslamî û Îsraîlê de hatiye ragihandin jî wekî rêgirtina şerekî berfireh nirxand û got, ji nû ve destpêkirina dijminatiyan wê encam3e ruxîner ji bo her du aliyan jî werîne.
Li aliyê din balyozê NY yê Filîstînê Riyad Mansur jî di civînê got ku gelê Filîstînê bêhez e û bang li Asayîşa Navdewletî kir ji bo parastina wan bikevin tevgerê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê de ku 5ê Tebaxê dest pê kiribûn, 44 kesan can dabû û Tevgera Cîhana Îslamî jî bi sedan moşek avêtin nav Îsraîlê. Herwiha Îsraîlê du fermandarên bilind jî di nav de bêbandorkirina Cîhada Îslamî ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin