Encûmena Asayîsa Navdewletî, civîna awarte dike
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, îro Encûmena Asayîşa Navdewletî bi awayekî awarte li hev dicive da ku Operasyona bi navê 'Tofana Eqsayê' ya ku baskê leşkerî yê Hamasê li dijî Îsraîlê kir, binirxîne.
Hat diyarkirin ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna xwe ya awarte ya îro de dê geşedanên dawî binirxîne. Hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres, li ser geşedanên dawî bang li aliyan kir ku xwe ragirin.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Qassam, îro danê sibehê ragihandibû ku wan bi navê “Tofana Eqsayê” êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê kiriye.
Her wiha artêşa Îsraîlê jî bi dehan balafirên şer êrîşî Xezeyê kiribû.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê diyar kiribû ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 232 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1697 kes jî birîndar bûne.
Çapemeniya Îsraîlê ragihandibû ku di êrîşan de heta niha 300 Îsraîlî mirine û hejmara birîndarên li seranserê welêt 1100 derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin