Seferatxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê: “Rêjeya zêde ya besdarbûna hilbijartinan, ji bo rewabûna demokratîk peyameke xurt e”
PeyamaKurd – Seferatxaneya giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê ji ber hilbijartinên parlementoya Kurdistanê ku 20 cotmehê pêk hatin, peyamek li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.
Seferatxaneya giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê, di peyama xwe de hêviya xwe derbirî ji bo k udi wextekî zû de hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê avakirin û got, “Ne pêşwazî li hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir. Rêjeya zêde ya beşdarbûnê ji bo nûkirina rewabûna demokratîk peyameke xurt e. Em li bendê ne ku parlamentoya herêmê ji nû ve dest pê bike û di wextekî herî nêz de hikûmeta Herêmê bê avakirin.”
Hêjayî gotinê ye ku ofîsa pêwendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bersiv da vê daxuyaniyê û ji ber tevkariya wê ya di serkeftina hilbijartinan de, spasiya xwe bo Seferatxaneya giştî ya Brîtanyayê derbirî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin