Pistî Bexdayê dest bi hewla derkirina hêzên DYA kir hatûçûnên Hewlêrê zêde bûn

10 January 2024 16:35 0 dîtin
Pistî Bexdayê dest bi hewla derkirina hêzên DYA kir hatûçûnên Hewlêrê zêde bûn

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Fermandarê Hêza Hevbeş a Operasyonên Çareseriyê yê Hevpeymaniya Navneteweyiya dijî DAIŞê ya General Joel B. Vowell kir. Di civînê de teror û êrîşên komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê yên li dijî baregehên hevpeymaniyê hatin nîqaşkirin.

Balkêş e ku ev serdana Vowell çend roj piştî ku hikûmeta federal a Iraqê biryar da ku ji bo dawî li mîsyona hevpeymaniyê bîne komîteyek dualî saz bike, pêk hat.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê vê civînê de hate diyarkirin ku di civînê de êrîşên dawî yên firokeyên bê mirov ên li dijî baregehên hevpeymaniyê yên li Hewlêrê hatine nîqaşkirin û tekezî li ser giringiya parastina hêzên Hevpeymaniyê û nûnertiyên dîplomatîk ên biyanî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Ji destpêka şerê li Xezeyê ve, komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê, li Iraq û Sûriyeyê, li dijî baregehên hevpeymaniyê yên li Herêma Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê bi dehan êrîşên dronî û mûşekî pêk anîn.

Baregehên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên Amerîkî ve li Îraq û Sûriyê tên birêvebirin, di sê mehên borî de bûne armanca 100 êrîşên çekdarî ku piraniya wan bi dronan pêk tên.

Mijara bidawîanîna erkê hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê, gengeşeyên veşa derxiste ber çavan. 

Kurd jî di nav de hin aliyên siyasî, di wê baweriyê de ne ku derketina hevpeymaniyê ya ji Herêma Kurdistan û Iraqê, ji ber encama jidestdayîna alîkariyên li Iraq û Herêma Kurdistanê tîne holê, ne di berjewendiya Herêma Kurdistan û Iraqê de ye.

Wezareta Parastinê ya DYAyê duh ragihand ku planeke wan a çalak ku hêzên xwe ji Herêma  Kurdistan û Iraqê vekişînin tune ye û bala DYAyê li ser têkbirina DAIŞê ye.

Niha li Herêma Kurdistan û Iraqê nêzîkî 2,500 leşkerên DYA û hevpeymaniyê hene.