Pistîwan Sadiq: Pistî cejnê dabeskirina postên hikûmetê dest pê dike
PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û endamê şanda danûstandinan a ji bo pêkanîna hikûmetê ligel aliyên Kurdistanî, Piştîwan Sadiq îro Yekşemê di roja yekem a Cejna Remezanê de derbarê pêkanîna hikûmetê de daxuyanî dan.
Piştîwan Sadiq eşkere kir: “Li gel YNK û partiyan rêkeftineke siyasî ya baş hatiye kirin, piştî cejnê dê yekser gotûbêj li ser dabeşkirina postan bên kirin.”
Sadiq diyar kir, “Em hêvîdar in avakirina kabîneya nû bi erênî birêve biçe. YNK û PDK bi awayekî sereke û aliyên din jî beşdarî avakirina hikûmetê bibin.”
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên 20ê Cotmeha 2024an ên Parlamentoya Kurdistanê de, wekî partiyên sereke PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin