Buldan: Em ê pistî cejnê pistevaniya bo namzedê serokomariyê eskere bikin!

17 April 2023 17:26 0 dîtin
Buldan: Em ê pistî cejnê pistevaniya bo namzedê serokomariyê eskere bikin!

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi lîsteya Partiya Çep a Keskan (YSP) beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibe, nemzadê xwe yê bo hilbijartina serokomariyê dernexistibû, lê piştî hevdîtina ligel Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Tifaqa Milet a serokomariyê jî daxuyaniyeke rasterast a piştgiriya Kemal Kilicdaroglu nehatibû dayîn.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan, di çarçoveya kampanyaya hilbijartinan de li navçeya Riha Siwêregê ragihand ku ew ê piştî Cejna Remezanê eşkere bikin bê ew dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kîjan namzedî bikin.  

Bûldan got ku tifaqa AKP-MHPê li dijî edalet, hiqûq, demokrasî û aştî ye û got: “Di serî de jî dijminatiya gelê kurd dikin. Gelê kurd înkar dikin. Zimanê gelê kurd qedexe dikin. 21 sal in bi heman zîhniyetê dixwazin welat bi rê ve bibin. Niha jî Erdogan di mitîngên xwe de înkar û dijminatiya ziman û dîroka kurdan dike. Dibêje, ‘hûn çiqas kurd bin em jî ewqas tirk in’. Rast e em kurd in. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Em li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur û dinyayê kurd in. Em ê bi we bidin windakirin. Em ê di 14ê Gulanê de bi we bidin nîşandan ku kurd çawa bi we didin windakirin.” 

Bûldan li ser mijara piştgiriya bo namzedê serokomariyê ku tê çaverêkirin ew kes Kemal Kilicdaroglu ye, wiha axivî: “Em ê di hilbijartinê de du rayan mohr bikin. Rayekê em ê ji bo hilbijartina parlamenteriyê bidin Partiya Çepên Kesk. Rayeke xwe jî em ê bidin serokomariyê. Em ê piştigiriya xwe ya ji bo serokomariyê piştî cejna Remezanê eşkere bikin. Em ê di mitîngên xwe de vê bibêjin. Jixwe hûn vê baş dizanin.”