Pervîn Buldan ji Wanê, Mithat Sancar jî ji Rihayê bû namzedê parlamenteriyê
PeyamaKurd – Ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê îro 9ê Nîsanê roja dawî ya radestkirina lîsteyên namzedên parlementeriyê ye ku partiyê dikevin hilbijartinan lîsteyê xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) dikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê Partiya Çepên Kesk (YSP) dikeve hilbijartinan. Hat ragihandin ku lîsteya namzedan eşkere bûye û hevserokên HDPê jî careke din dibin namzedê parlamenteriyê.
Li gorî zanyariyan Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di rêza yekem de û Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar jî li bajarê Rihayê wekî namzedên parlamenteriyê hatin nîşandan.
Herwiha hevserokên pêkhateyên HDPê yên Partiya Çepên Kesk, HDK, KCD û DBPê jî ji bo parlamenteriyê namzed hatine nîşandan.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun li Stenbolê, Hevberdevkê din Îbrahîm Akin jî li Îzmîrê bûn namzed.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Stenbolê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Diyarbekirê di rêza pêşî de hat nîşandan.
Herwiha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê, Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir li bajarê xwe Batmanê bûne namzedê hilbijartinên parlamenteriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin