Pervîn Buldan: Îdiayên li ser navê Ocalan belav bûne derew in
PeyamaKurd – Parlamentera DEM Partiyê ya şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, derbarê îdiayên medyaya Tirk ên derbarê gotinên Abdullah Ocalan de li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê daxuyanî da.
Pervîn Buldan bal kişand ser îdiayên berpirsê Sozcu TVyê yê Parlamentoyê Velî Toprak ku gotibû, “Ocalan ji saziyeke dewletê re gotiye. Ez dixwazim ji dewleta xwe re xizmeta herî dawî bikim. Ez dê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bikim hedef. Ez dê kesên ku çekan daneynin xayîn îlan bikin. Li gorî min destkeftiyên Kurdan ên li Tirkiyeyê bes in” û wiha got:
“Hemû îdîa û gotinên di vê nûçeyê de derew in. We prensîbên nûçegihaniyê jî bin pê kirine. Belavkirina ew qas agahiyên derew û şaş ên li ser vê mijara giyanî ne li gorî girîngiya mijarê ye. Bi kurtî ev nûçe ji binî derew e.”
Hêjayî gotinê ye, di wê bernameyê de Velî Toprak, herwiha gotibû, ji ber ku Abdullah Ocalan nexwestiye Ahmet Turk li Îmraliyê ligel şandeyê neçûye cem wî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin