Ahmet Turk ji bo hevdîtina bi Ocalan re navê 2 parlementeran da

14 December 2024 12:39 0 dîtin
Ahmet Turk ji bo hevdîtina bi Ocalan re navê 2 parlementeran da

PeyamaKurd – Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, di weşaneke zindî de pirsên derbarê geşedanên li Sûriyeyê û mijarên “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re” ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derketibûn rojevê, di Ilke TVyê de bersivand..

Ahmet Turk polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê rexne kir û got, “Bi êrîşa li ser kurdên Sûriyeyê hûn nikarin aştiya navxweyî pêk bînin. Eger Tirkiye dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan bidomînin, ne mimkûn e ku behsa aştiyê bikin. Kurd wê di Sûriyeyeke dagirkirî de bigihîjin çi aşitiyê?

Ahmet Turk diyar kir ku ew difikirin ku dê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Turk îşaret bi Parlamentera DEMê ya Wanê Pervîn Buldan û Alîkarê Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder kir û got, “htîmala çûna wan zêdetir e.”