Ahmet Turk: Hevdîtin bi Ocalan re çêbe wê bandorê li pêvajoyeke nû bike

26 March 2024 17:06 0 dîtin
Ahmet Turk: Hevdîtin bi Ocalan re çêbe wê bandorê li pêvajoyeke nû bike

PeyamaKurd - Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê Dem Partîyê bo hilbijartinên 31ê Adarê Ahmet Turk got, Tirkiye neçar e polîtîkaya xwe ya li hember kurdan biguherîne û eger hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re çêbibe, wê bandorê li ser pêvajoyek nû bike.

Ahmet Turk li ser îhtimala pêvajoyeke nû ya çareseriyê ji K24ê re gotiye: “Em nabêjin ku Tirkiye dê dest pê bike, lê ew neçar e polîtîkaya xwe biguherînin, yanî bi neyartî û dijimatiya kurdan, nikarin demokrasiyê bînin vê axê û nikarin gelê kurd hembêz bikin.”

Di dewamê de Ahmet Turdiye daye xuyakirin: “Dema Tirkiye bixwaze demokratî, aramî û wekhevî çêbibe, gerek e kurdan hembêz bikin. Ji ber wê jî em dibêjin îro ku çiqasî siyasteke tund tê meşandin, di pêşerojê de neçar in ku siyaseta xwe biguherînin. Em nabêjin îro yan sibe dê tiştek çêbibe, lê hêvî û tekoşîna me ji bo pêşeroja gelê Kurd, aştî û aramiyê ye.”

Turk daye zanîn, eger tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulla Ocalan ku li girtîgeha Îmralî dimîne bê rakirin û hevdîtin çêbibin û eger dozên li hember kurdan hatine vekirin bi awayekî hiqûqî bên meşandin, dê nermbûnek çêbibe.