Ahmet Davutoglu li Mêrdînê bi Ahmet Turk re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi Ahmet Turk re ku li şûna wî qeymeqam hat guhertin çû Mêrdînê.
Ahmet Turk daxuyanî da û got: "Armanca me ya sereke ew e ku em zemîneke ku gelê me bi mafên wekhev û demokratîk bijî."
Ahmet Davutoglu bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji Partiya DEMê ku qeyûm li şûna wî hat tayînkirin re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya Partiya Pêşerojê de ev tişt hatin gotin: "Serokê me birêz Ahmet Davutoglu li Mêrdînê ku partiya me di çarçoveya civîna şêwra herêmê de cih girtibû, pêşwazî li birêz Ahmet Turk kir û nêrînên xwe parve kirin"
Piştî hevdîtinê Ahmet Turk jî li ser medyaya civakî parve kir û spasiya Davutoglu kir "ji bo hevgirtin û daxwazên wî yên baş".
Turk got, "Armanca me ya sereke ew e ku em zemîneke ku gelê me bi mafên wekhev û demokratîk bijîn ava bikin. Hemû pirsgirêk bi pêşketina aştî, wekhevî û demokrasiyê bi dawî dibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin