Ahmet Turk ji nû ve dibe namzedê serokatiya saredariya Mêrdînê: DEM Partî eskere dike...
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku DEM Partiyê biryar daye siyasetmedar Ahmet Turk ku hefteya borî ji bernamzediya hilbijartinên serokatiya şaredariya Mêrdînê vekişiyabû, ji nû ve bike namzedê hilbijartinên 31ê Adarê.
Ahmet Turk piştî ku di gera yekem a pêşhilbijartina namzedan de, ji sedî 50+1 deng wernegirtibû, ji namzediyê vekişiyabû û gotibû ku ew dest ji siyaseta aktîf jî berdide.
Li gorî nûçeya Rûdawê piştî ku bernamzedê rêza duyem ê serokatiya şaredariya Mêrdînê Azad Yildirim jî vekişiya, DEM Partiyê bi Ahmet Turk re hevdîtin kirine û ew razî kiriye.
Tê çaverêkirin ku îro Yekşemê namzediya Ahmet Turk a hilbijartinên serokatiya şaredariya bajarê mezin ê Mêrdînê, ji aliyê DEM Partiyê ve di civîneke danasîna namzedan de were eşkere kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin