Turkan Elçî bi merasîmekê besdarî CHPê bû: Dibe namzedê parlamenteriyê

17 March 2023 20:51 0 dîtin
Turkan Elçî bi merasîmekê besdarî CHPê bû: Dibe namzedê parlamenteriyê

PeyamaKurd – Turkan Elçî ya hevsera serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku hatibû qetilkirin, îro 17ê Adarê bi merasîmekê beşdarî Partiya Komarî ya Gel (CHP) bû.

Berî çend rojan CHPê ji Turkan Elçî re pêşniyaz kiribû ku ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê li Diyarbekirê bibe namzeda parlamenteriyê ya CHPê.

Rozeta Turkan Elçî ya endamtiya CHPê ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Tifaqa Milet ê hilbijartinên serokomariyê Kemal Kilicdaroglu ve hat danîn.

Di dema merasîma beşdarbûna Turkan Elçî bo CHPê de, kurê wê Arda Arîn Elçî, Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici, Endamê Meclîsa CHPê Bariş Çelik û Şewirmendê Serokê Giştî yê CHPê Abdurrahman Yargici amadehî kirin.