Parlamenterê CHPê : Ronîkirina kustina Tahîr Elçî mesleyeke wicdanî ye
PeyamaKurd - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Înan Akgun Alp ragihand ku kuştina serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye.
Înan Akgun Alp got, “Kuştina Tahîr Elçî ji bo vê dewletê bijardeya bûna dewleteke dadmend an jî dewleteke zordar e.”
Grûpa CHPyê îro li ser kuştina Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.
CHPyê di pêşniyarnameyê xwest ku parlamento derbarê mijarê de lêkolînekê bike, lê ew pêşniyarname bi piraniya dengên AK Partiyê û MHPyê hat redkirin.
Parlamenterê Qersê yê CHPyê Înan Akgun Alp nerazîbûn nîşanî helwesta parlamenterên AK Partî û MHPyê da û ji parlamenterên ku pêşniyarê red kirine pirsî:
“We çima ev pêşniyar red kir? Ji ber ku berpirsyariya we di wê serdema kaotîk a 2015an de heye?"
Belê berpirsyariya we ya polîtîk di pêk hatina keşûhewaya siyasî ya vê kuştinê de heye.
Birayê min, kuştina Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye. Kuştina Tahîr Elçî bo vê dewletê bijardeya bûna dewleteke dadmend yan jî dewleteke zordar e.
Ti tiştek di wê de nîne ku em ji ber lêkolîna kuştina Hrant Dînk û Tahîr Elçî birevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin