Di salvegera kustina Tahîr Elçî de banga eskerekirina kujeran hat kirin

28 November 2022 20:38 0 dîtin
Di salvegera kustina Tahîr Elçî de banga eskerekirina kujeran hat kirin

PeyamaKurd – Parêzerê Kurd û Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî, 7 sal berê 28ê Mijdarê li ber Mînareya Çarling a Diyarbekirê dema ji bo rawestandina şer û pevçûnan daxuyanî dida, hatibû kuştin.

Doza kuştina Tahir Elçî hê jî hatiye encamdan û kujer nehatine diyarkirin. Di hefteyên salvegera qetilkirina Tahir Elçî de, li Diyarbekirê çalakî û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li cihê ku Tahir Elçî hatibû qetilkirin, li ber minareya Çarling ji aliyê baroyan, mafparêzan û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî ve piştî meşekê daxuyaniyek hat dayîn.

Di merasîma bîranînê ya li ber minareya Çarling, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren axaftinek kir û diyar kir, hewldaneke taybet ji bo tarîhiştina kuştina Tahîr Elçî tê dayîn, lê ew ê nehêlin ku ev cînayet nehênî bimîne.

Serokê Baroya Diyarbekirê banga eşkerekirina kujerên Tahir Elçî kir û got: “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ne, cînayetên ku dewlet ronî nakin hene. Daxwaza Tahîr Elçî, heqîqet, dadwerî û bi rêyên aştiyane çareseriya pirsa Kurd bû, em jî wek Baroya Diyarbekirê heman nirxan diparêzin û di heman rêyê de têkoşîn didin. Bila bê zanin ku em nahêlin doza kuştina Tahîr Elçî ji rêzê bê dîtin û bê encam bimîne û em dizanin ku ji bo çareseriya wan cînayetên ku sed sal in tên kirin, dikare bi îradeyeke bihêz ya siyasî çareser bibe. Emê her tim bi van zanînan daxwaz û têkoşîna dadwerî û heqîqetê berdewam bidin.”

Di bîranînê de, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî jî da zanîn ku ew qirnefîlan di kevirên reş diçinin û her roj hejmara kesên ku doz û daxwaza dadweriyê dikin zêde dibin û li nirxên Tahîr Elçî xwedî derdikevin.