Tahîr Elçî di 8 emîn salvegera hatiye kustin de tê bibîranîn
PeyamaKurd - Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 8emîn salvegera kuştina xwe de, li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê tê bibîranîn.
Saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbata Tahîr Elçî û hezkiriyê Wî, daxwaza lêpirsîneke karîger di doza kuştina Tahîr Elçî de bê kirin dikin ku berpirsên kuştina Elçî bên diyar kirin û ceza kirin.
Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28ê Çiriya Paşîn a 2015an de, dema ku li ber Minareya Çarling a Diyarbekirê ji bo nemana şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî dida çapemeniyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Elçî her sal li parêzgehên cûda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya baro û parêzeran bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cûda tê bibîranîn.
Piştî di ser kuştina Elçî de, 5 salan derbas bûbû; cara ewil di sala 2020an de, doz hat vekirin û niha di dozê de 4 kes tên darizandin ku 3 ji wan polîs in.
Îsal heşt sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn lê heta niha jî kujerên wî ne diyar in û nehatine darizandin.
Malbata Elçî ji wê demê ve li salonên dadgehê, li pêkhatina dadweriyê digerin û daxwaza kujerên rasteqîn ên li pişt bûyera kuştina Elçî bên eşkerekirin, lê heta niha jî daraza Tirkiyeyê ti biryar nedaye ku dilê malbata wî xweş bike.
Rûniştina doza Tahîr Elçî sibe ye û çavê raya giştî, zarok, hevjîn û malbata Elçî li biryara vê care ya dadgehê ye.
Partiya Gel a Komarî (CHP) 24ê vê mehê li Parlamentoya Tirkiyeyê xwest ku lêkolîneke hûr li ser kuştina Tahîr Elçî were kirin da ku tawanbar bên eşkerekirin û ev yek wekî pêşniyarê pêşkêşî Parlamentoyê kir.
Pêşniyara CHPyê bi dengên AKP û MHPyê hat redkirin.
Vê helwêsta AKP û MHPyê ya derbarê dozê de bêhêvîbûn û şikestineke mezin li cem hevjîna wî Turkan Elçiyê çêkir.
Turkan Elçiyê piştî wê biryarê di daxuyaniyekê de got:
“Ev rêwîtiyeke berdewam û zehmet e. Em gelek caran pêşbînî nakin ku dê dawiya wê çi be lê ji rewşa dozê ez dikarim bibêjim em gihiştine nerîneke wiha ku ev doz jî dê wekî gelek dozên li Tirkiyeyê bê ceza bimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin