Heftemîn rûnistina doza Tahîr Elçî îro birêve diçe
PeyamaKurd – Îro li Dadgeha Diyarbekirê doza Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî ku di sala 2015an de li bajarokê Sûrê yê Diyarbekirê hatibû kuştin, bi rê ve diçe.
Weke tê zanîn, di nava heşt salan de heft rûniştinên dozê bi rê ve çûne û heta niha ti pêşketineke diyar li ser dozê nebûye û kûjerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de di dema kongreyeke rojnamegerî de, li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin