Li Diyarbekirê îro 5emîn rûnistina doza Tahir Elçî birêve diçe
PeyamaKurd – Li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê, îro 5emîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin,birêve diçe.
Li gor di daxuyaniya hevbeş a Weqfa Mafên Mirova ya Tahir Elçî û Baroya Diyarbekirê de hat diyarkirin: “Divê kuştina Tahir Elçi bêceza nemîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrîşeke çekdarî hat û can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin