Doza Narîn Guran: Rûnistina duyemîn wê bê kirin

08 November 2024 10:36 0 dîtin
Doza Narîn Guran: Rûnistina duyemîn wê bê kirin

PeyamaKurd – Rûniştina doza 4 bersûcên girtî yên ji ber qetilkirina Narîn Gûran a 8 salî ya li Diyarbekirê bi daxwaza cezayê muebbetê yê girankirî, di roja duyemîn de berdewam dike.

Di roja duyemîn a rûniştina li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê de bersûcên girtî Nevzat Bahtiyar, birayê Enes, dayik Yuksel û apê Salim Gûran ên girtî di nava tedbîrên berfireh ên ewlekariyê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Di rûniştina yekem de çi qewimî?

Rûniştina doza kuştina Narîn Gûran doh (7ê Mijdarê) li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat dîtin.

Dayika wê Yuksel Guran, birayê wê Enes û apê wê Salim Guran ên ku bi îdîaya "Di dema tevlîbûnê de zarok bi zanebûn kuştine" bi daxwaza cezayê muebbetê tên darizandin û Nevzat Bahtiyar ê cenazeyê Narîn hilgirtibû, cara yekem derketin pêşberî dadgehê.

Di rûniştinê de ji bilî îtîrafkar Nevzat Bahtiyar Guran îdia kirin ku di lêpirsîna cendirme û dozgeriyê de îşkence li wan hatiye kirin. Nevzat Bahtiyar di rûniştinê de Salim Guran sûcdar kir. Lê Salim Guran li ser pirsa “Kê Narîn kuşt? bersiva "Kê ew defin kiribê, wî kuştiye."

Yuksel û Enes Guran jî anîn ziman ku Bahtiyar bi guman e. Ji bersûcan di rûniştina ewil de qet cinayet qebûl nekirin.

Roja ewil a doza 4 bersûcan ku duh destpê kiribû, piştî nîvê şevê qediya.

Bersûcên hatin desteserkirin bi wesayitên sewqiyata girtîgehê bi tedbîrên ewlehiyê yên berfireh birin Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Diyarbekirê.