Rûnistina doza kustina Narîn Gûran îro destpê dike: Bersûc li dadgehê ne!

07 November 2024 09:54 0 dîtin
Rûnistina doza kustina Narîn Gûran îro destpê dike: Bersûc li dadgehê ne!

PeyamaKurd – Yekemîn rûniştina doza kuştina Narîn Gûran a ku Tirkiye hejand, wê îro bê dîtin. Di çarçoveya rûniştinê de dayik, bira, ap û îtîrafkar Nevzat Bahtiyar anîn Edliyeyê.

Rûniştina doza 4 bersûcên ku ji doza Narîn Gûran a 8 salî ya ku cenazeyê wê 19 roj piştî wendabûna wê li Amedê li ber çem hat dîtin, cezayê muebbetê tê xwestin, îro destpê dike.

Di çarçoveya dozê de wê dayik, birayê Narîn Gûran, apê wê û îtîrafkar Nevzat Bahtiyar cara ewil derkeve pêşberî dadger. Beriya rûniştinê li derûdora dadgehê û salona dadgehê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin.

Di îdianameya derbarê bûyerê de hat amadekirin, ji bo bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salim Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar cezayê muebbetê hat xwestin. Di dosyeya lêpirsîna HTŞ û qeydên îstasyona bazê yên teng de derket holê ku her 4 bersûc di dema kuştinê de li malê bûn. Di îdianameyê de wêne û hûrgiliyên ku têkiliya 4 bersûcan bi bûyerê re nîşan didin jî cih girtin. Lêpirsîna derbarê 8 gumanbarên hatin desteserkirin de dewam dike.