Rûnistina ewil a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
PeyamaKurd – Bersûcên hatin binçavkirin di saetên sibê de bi tevdîrên ewlehiyê birin edliyeyê.
Dema ku polêsên trafîkê derbasbûna wesayîtan li derdora edliyeyê kontrol dikirin, ekîbên ambulansê jî di amadebaşiyê de bûn.
Kekê wê Enes Guran behsa roja bûyerê kir
Piştî Nevzat Bahtiyarê cîranê wan, îfadeya keke wê Enes Guranê girtî hat wergirtin.
Enes Guran behsa roja bûyerê kir û wiha got: “Bavê min û Muzaffer Gûran çûn Batmanê. Ez, Narîn, Muhammet, Eren û Eren li malê bûn. Min ferq kir ku diya min ji malê derket. Dema ku dereng bû me gazî diya min kir. Ez di medyayê de bûm min. Min saet di 16.00an de dayika xwe û Hediye dîtin, piştre derketim derve.”
Heyeta CHPyê: “Lêpirsîneke bibandor nehat kirin”
Seroka Şaxa Jinan a CHPyê Asu Kaya ku ji bo rûniştina dozê bişopîne hat Diyarbekirê, di îfadeya xwe ya li ber edliyeyê de îdia kir ku derbarê qetilkirina Narîn Guranê de lêpirsîneke bi bandor nîne.
Kayayê got, “Dema me bi endamên xwe yên navendê yên hiqûqî re dosyeya lêpirsînê lêkolîn kir, mixabin me diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê heta niha pêvajoyeke lêpirsînê ya bibandor nehatiye meşandin.
Di encamê de me bi xemgînî dît ku di îdianameyê de ji bilî tiştên ku raya giştî dizane tu agahî tune. Dema ku me îdianameya ku ji aliyê dozgeran ve hatiye amadekirin lêkolîn kir, me dît ku ji bilî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Baroya Diyarbekirê tu kesî ji malbata Narîn giliyê xwe nekiriye.
Kayayê her wiha got, “Ji vir em fêm dikin ku mixabin tu kes ji malbatê ku bi lehengî li mafên Narînê bigere nîne. Ji ber vê dosyayê 3 endamên malbatê niha girtî ne.
Narîn ne dê, ne bav, ne xwîşk û bira, ne jî malbat heye. Lê Narîn bû qurbana cînayeteke ku hêj em sedema wê nizanin. Narîna me nayê terikandin. CHP ji bo parastina mafê hemû zarokan e
Gulben Ergen hat protestokirin
Dema stranbêja navdar a tirk Gulben Ergen a ji bo şopandina danişînê hat Diyarbekirê û xwest bikeve salonê, nûnerên saziyên sivîl û hin rojnameger nehiştin ku bikeve salonê.
Girseya ku li derve mabû bi dirûşma “Gulben derkeve” nerazîbûn nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin