Dadgeha Mêrdînê yekem rûnistina doza qetilkirina 5 welatiyên Duhokê saz dike

26 July 2023 20:11 0 dîtin
Dadgeha Mêrdînê yekem rûnistina doza qetilkirina 5 welatiyên Duhokê saz dike

PeyamaKurd - Dadgeha Mêrdînê sibe 27ê Tîrmehê ji bo doza kuştina 5 welatiyên Herêma Kurdistanê, li ser rêya Mêrdîn-Nisêbînê dicive. Li gorî zanyariyan, dê di rûniştina yekem a dozê de, kujerên 5 welatiyên Herêma Kurdistanê bên amadekirin.

Nûnerê malbatên qurbaniyan Herbî Celaledîn gotiye, rûniştina dadgehê dê di demjimêr 09:30 xulekan de li Dadgeha Mêrdînê bi amadebûna kujeran ku 5 tawanbar in, birêve biçe.

Herbî Celaledîn diyar kir, ew wek malbatên qurbaniyan ligel parêzerên xwe dê di rûniştinê de amade bin û daxwaz dikin ku dadgeh di sizadana tawanbaran de rola xwe bibîne û rastiya li paş vê bûyerê ji malbata qurbaniyan û raya giştî re eşkere bike.

19ê Çileya 2023yan li ser rêya navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, 5 welatiyên xelkê bajarê Duhokê di otomobîla xwe de ji aliyê çend kesan ve hatin kuştin ku ji bo tedawiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn. Piştî bûyerê 5 tohmetbarên êrîşê hatine desteserkirin ku du ji wan tawanbarên sereke ne û sê kes alîkar in. Li gorî îfadeyên tawanbaran, ji bo pereyan ev komkujî hatiye kirin, lê hîn jî sedema vê bûyerê nehatiye ronîkirin.