Meletî | Yekem rûnistina doza malbata Senyasar birêve diçe
PeyamaKurd – Yekemîn rûniştina doza “bûyera nexweşxaneyê” ku endamên malbata Şenyaşar hatibûn kuştin, piştî 4 sal û 4 mehan îro li 5emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Meletiyê birêve diçe. Di dozê de 19 kes bi tohmeta kuştina Hacî Eswed Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar tên darizandin.
Li gor zanyariyan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatine ber Dadgeha Meletî, herwiha baroyên Bakur, Yekitiya Baroyên Tirkiye (TTB), parlementerên HDPê û CHPê û nûnerên saziyên sivîl jî dozê dişopînin
Hejayî bibîrxistinê ye, ji beriya hilbijartinên giştî yê Tirkiyê yên 2018an di 14ê Hezîranê de di dema xebatên hilbijartinan de di navbera parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Xelîl Yildiz û pasewan û xizmên wî û malbata Şenyaşar de pevçûn derketibû. Di pevçûnan de birayê parlementerê AK Partiyê Mehmet Şah Yildiz û Haci Eswed Şenyaşar û her du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin.
Herwiha derbarê bûyeran de du doz hatibûn vekirin. Dozek derbarê bûyerên li bazarê de bû, doza din jî derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de bû. Ji doza bûyera ku li dikana malbata Şenyaşar rûdayî de ku Mehmet Şah Yildiz hatibû kuştin, dadgehê bo Fadil Şenyaşar ê ku du bira û bavê wî hatibûn kutşin 37 sal û 9 meh siza birî bû. Fadil Şenyaşar 5 sal in girtî ye û di girtîgehê de tenê dimîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji Adara 2020an ve bi daxwaza cîbicîkirina dadweriyê li ber Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dikin.
Malbat û parêzer dixwazin her du doz bibin yek û kesên ku ji kuştina her sê endamên malbata Şenyaşar berpirsiyar in û kesên ku delîlên bûyera li nexweşxaneyê reşkirine bêne sizakirin. Malbata Şenyaşar bang li mafnas, partiyên siyasî, saziyên sivîl û welatiyan dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin