Doza Narîn Guran hate pasxistin: Dê, bav, kur û ap girtî ne
PeyamaKurd – Danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Diyarbekirê ya li ser doza kuştina keça 8 salî Narîn Guran ku 3 rojan dewam kir, derengiya şeva Yekşemê bidawî bû.
Di danişîna yekem a malbata Narîn Guran derket pêşberî dadgehê de, tevî hemû dîmen, delîl û îfadeyên nakok ên di doznameyê de cî girtine jî ti kesî tawana xwe qebûl nekir.
Şanda Dadgehê piştî 3 rojên bênavber danişîn berdewam kir, biryar da ku danişîna bê ya dozê 26ê Kanûna 2024an roja Pêncşemê li demjimêr 09:00 were lidarxistin.
Di doza kuştina Narîn Guranê diya wê Yuksel Guran, kur Enes Guran, apê wê Salîm Guran û îtirafkarê termê wê veşartiye Nevzat Bahtiyar bersûcên sereke ne û biryara girtîmayîna wan hate dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin