Dadgeha Diyarbekirê doza Tahir Elçî bipas xist û hemû daxwazên parêzeran red kir
PeyamaKurd - Rûniştina çaremîn a doza Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî ku hatibû kuştin, îro 12ê Çileyê 2022yan bi beşdariya malbata Elçî û parêzerên wî li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê birêve çû. Di danişînê de hemû daxwazên parêzerên Elçî hatin red kirin û rûniştina bê ya dozê jî ji bo 15ê Hezîrana bê hat paşxistin.
Parêzer û hevjîna Tahir Elçî, Tûrkan Elçî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erinç Sagkan, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, baroyên bakurê Kurdistanê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) û rêxistinên sivîl ên demokratîk beşdarî rûniştina dozê bûn. 3 polîs ku ji kuştina Tahir Elçî têne darizandin di rûniştina îro ya dadgehê de amade nebûn û bi rêya SEGBÎSê beşdar bûn.Serokê Baroya Amedê Nahît Eren piştî bipaşxistina doza Tahir Elçî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, wan di dozê de xwestiye li Ahmed Davutoglu bê guhdarkirin, lê wek gelek daxwazên wan ên din ev daxwaza wan jî hatiye red kirin.
Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî amaje bi wê yekê da ku Tahîr Elçî bûye qûrbaniyê kuştineke siyasî ya plankirî û got:”Serokwezîrê wê demê jî ev yek di serdana xwe ya bo baroya Amedê de bi aweyek eşkere gotiye. Divê piştî biryara îro ew bixwe jî bê runiştina dozê û derbarê gotina xwe de agahiyan bide.”
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema ku li ber Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida, bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin