Dadgeha Diyarbekirê, di doza Tahir Elçî de biryarek betal kir

20 September 2022 16:04 0 dîtin
Dadgeha Diyarbekirê, di doza Tahir Elçî de biryarek betal kir

PeyamaKurd- Dadgeha Sizayê Giran a 10emîn a Diyarbekirê, di doza Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de ku li ber kamerayan hatibû kuştin, biryara guhdarîkirina li Ahmet Davutoglu, betal kir.

Li ser biryara betalkirina guhdarîkirina li Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, ji Baroya Diyarbekirê bertek hat nîşandan. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, li ser mijarê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dadgehê, bêyî agahdarkirina parêzerên doza Tahir Elçî, biryara guhdarîkirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu, betal kiriye.

Nahît Eren di peyama xwe de wiha got:

“Li ser daxwaza Serdozgeriya Diyarbekirê, Dadgeha Sizayê Giran a 10emîn a Diyarbekirê, bêyî ku li benda dîroka rûniştina dozê be rawestandin, bi awayekî bê usul, bi piraniya dengan biryar daye ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçî de wekî şahed neyê guhdarkirin. Zû be jî dereng be jî ew ê edalet pêk were.”

Serokê Baroya Diyarbekirê, bi rêya peyamê bang li Ahmed Davutoglu jî kir ku di derbarê kuştina Tahir Elçî de çi bizanibe, bi raya giştî re parve bike.

Tahir Elçî, di 28ê Mijdara 2015an de di dema daxuyaniyeke çapemeniyê de li ber kamerayan, li ber Minareya Çarling a Diyarbekirê hatibû kuştin.

Dadgeha Sizayê Giran a 10emîn a Diyarbekirê, li ser daxwaza parêzerên Tahir Elçî, biryar dabû ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî di dadgehê de wekî şahed bê guhdarkirin.