Doza kustina Tahîr Elçî îro li dadgeha Diyarbekirê birêve diçe

21 October 2020 11:32 0 dîtin
Doza kustina Tahîr Elçî îro li dadgeha Diyarbekirê birêve diçe

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, doza kuştina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî îro birêve diçe. Di dozê de, 3 polîs û kesek wê weke tohmetbarên kuştina wî bên darizandin.

Li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê, îro Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an doza Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di saet 10:00an de birêve diçe. Xanima Tahir Elçî, Turkan Elçî jî weke parêzerê stajer beşdarî yekemîn rûniştina dadgeha doza hevjînê xwe dibe.

Di dosyayê de 3 fermanberên polîs û kesekî bi navê U.Y, ku di dema kuştina Tahir Elçî de gule berdane polîsan, weke tohmetbar hatine tomarkirin. 

Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, bû armanca êrîşeke gumanbar û derdora 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha kujer nehatine girtin.