Di doza kustina Tahir Elçî de biryar hate dayîn

12 June 2024 16:28 0 dîtin
Di doza kustina Tahir Elçî de biryar hate dayîn

PeyamaKurd – Di di rûniştina ragihandina biryarê ya doza kuştina serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de, biryar hate dayîn.

Rûniştina 11emîn a doza serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku sala 2015an dema daxuyaniyeke çapemeniyê li ber Minareya Çarling hatibû kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê bi rê ve çû.

Dozgerê dadgehê ji bo polîsên bi navên; Sinan Tabur, Mesut Sevgi û Fuat Tan beraet xwest.

Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê, di rûniştina biryarê ya îro 12ê Hezîranê de, derbarê 3 polîsên ku ji kuştina Tahir Elçî dihatin darizandin de, biryara beraetê da.

Parêzer, çalakvanên mafên mirovan û serokên baroyan dema navberdana dadgehê bo biryarê wek protesto terka eywana dadgehê dan.