Danisîna 4emîn a doza têkildarî qetla Tahîr Elçî destpê kir
PeyamaKurd – Li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê, danişîna 4emîn a doza têkildarî qetla Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, destpê kir.
Danişîna 4emîn a doza qetla Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê ku di 28ê Mijdara 2015an de dema li ber Mînareya Çar Ling ji bo zerar negihêje avahiyên dîrokî yên li navçeya Sûra Diyarbekirê daxuyanî dida hat qetilkirin, destpê kir.
Di doza ku li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê tê dîtin de, ji polîs F.T. , S.T. û M.S. yê negirtî tên darizandin re ji sûcê “bi zanebûn bûne sedema mirinê” ji 3 salan heta 9 salan cezayê zindanê tê xwestin. Derbarê Ûgûr Yakişir ê fîrar ku him ji kuştina Elçî him jî ji kuştina du polîsan berpirsyar tê dîtin de jî, 3 caran cezayê muebbeta giran û heta 45 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di danişînê de hevsera Elçî, Turkan Elçî, birayên wî Omer û Mehmet Elçî, Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, gelek serokên baroyê û parêzer amade bûn. Herwiha Parlementerê HDPê yê Rihayê Nûrettîn Maçîn û Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikûlû jî tevlî danişînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin