Parêzerên HDPê heyeta dadgehê protesto kirin: Terka danisîna doza Kobanê dan
PeyamaKurd - Doza Kobanê ku 28 ji wan girtî 108 siyasetmedarên HDPê bi hinceta daxuyaniyên sala 6-8ê Cotmeha 2014an ên dema bûyerên Kobaniyê têne dadgehkirin, îro 26ê Nîsanê li Enqerê dest pê kir.
Dema rûniştina dozê di navbera heyeta dadgehê û parêzerên HDPê de nîqaş çêbû û parêzeran xwest hemû têkevin salona dadgehê, lê serokê dadgehê bi hinceta vîrusa koronayê destûr neda wan. Parêzerên HDPê dibêjin, li cihê parêzeran polîs hatine rûniştandin û parêzerên aliyên din jî hemû di danişînê de beşdar in.
Li ser vê parêzeran terka salona dadgehê dan û siyasetmedarên girtî yên bi SEGBÎSê beşdarî dikirin jî bersiva heyeta dadgehê nedan û ew bi çepikan protesto kirin.
Siyasetmedarên girtî yên li dadgehê amade bûn; Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Gunay Kubîlay, Nezîr Çakan, Mesût Bagçik, Zekî Çelîk, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Dîlek Yagli, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Pervîn Odûncû, Sîbel Akdenîz, Ayla Akat Ata dema navê wan hat xwendin dengê xwe dernexistin.
Herwiha siyasetmedarên girtî yên li ser SEGBÎSê jî bersiv nedan serokê dadgehê û bi çepikan helwesta dijî parêzeran protesto kirin.
Hêjayî gotinê ye, parêzerên HDPê dibêjin, tevî ku parêzerên Wezareta Tenduristiyê, rayedarên Wezareta Navxwe, parêzerên Yasîn Boru, parêzerên AKP û HUDAPARê û Miduriyeta Giştî ya Polîsan li danişînê amade ne destûr nehatiye dayîn ku hemû parêzerên HDPiyan amade bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin