Dadgehê daxwazên parêzerên komkujiya malbata Kurd red kir û doz bo 20ê Nîsanê bipas xist
PeyamaKurd – Danişîna duyem a doza komkujkirina 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a Konyayê, îro 11ê Sibatê li Dadgeha 8. Cezayê Giran a Konyayê birêve çû.
Di danişînê de, heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a pevgirêdana herdu dozên birîndarkirin û kuştina endamên malbatê û girtina tohmetbarên din ên ji derve têne darizandin careke din red kir.
Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurahman Karabulut, peyamên whatsappê yên tohmetbarên ku dadgehê li xwe mikur hatine û dadgehê ew neşandine girtîgehê xwendin û diyar kir, bêyî berhevkirina ti delîlan îfadeyên wan kesan standine û lewma ew daxwaza girtina wan dikin û daxwaza tomarên deng ên şahidê bûyerê dikin.
Parêzer Karabulut di danişîna îro 11ê Sibatê de dubare bal kişand ser ku komkujiyeke nijadperestî a dijî Kurd e û ji heyeta dadgehê re got, “Êrîşa 12ê Gulanê sedem bû û komkujiya 30ê Tîrmehê jî encama wê ye.”
Dadgehê careke din daxwazên parêzerên malbata Dedeogullarî hemû red kirin û danişîna sêyem a dozê jî ji bo 20ê Nîsanê paş xist.
Hêjayî bibîrxistinê ye, dadgeh darizandinê tenê di çarçoveya kesê kujer Mehmet Altun de pêk tîne ku cîranên malbata Dedeogullari ji ber kurdbûna wan beriya kuştina wan jî êrîşî wan kiribûn û ew xistibûn komayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin