Dadgeha Konyayê îdianameya komkujiya malbata Dedeogûllari qebûl kir

04 November 2021 14:57 0 dîtin
Dadgeha Konyayê îdianameya komkujiya malbata Dedeogûllari qebûl kir

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a 4an a Konyayê, îdianameya komkujiya malbata Dedeogûllari qebûl kir. Derbarê 5 kesên gumanbar de, biryara berdanê hat dayîn. 

Li navçeya Meram a Konyayê Mehmet Altûn 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya ji Qersê qetil kiribû. Îdianameya derbarê Altûn û malbata Keleş û Çalik ên bûn sedema komkujiyê de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4an a Konyayê ve hat qebûlkirin. Her wiha dadgehê derbarê Velî Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Alî Çalik û Alş Keleş ên xizmê Mehmet Altûn de, biryara berdana bi kontrolkirina edlî da.