Parêzer û malbatan danisîna darizandina qatilê malbata Kurd a Konyayê protesto kir
PeyamaKurd – Duyemîn rûniştina dadgehê ya kuştina 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a Konyayê, îro 8ê Sibata 2022yan li Dadgeha 4emîn a Cezayê Giran a Konyayê birêve diçe.
Parêzerên malbata Dedeogullari di danişîna dadgehê de, daxwaza rakirina biryara pevgirêdana du dosteyên dozê (dosyeya êrîşa birîndarkirina malbatê û dosyeya kuştina wan) ji heyeta dadgehê kirin û herwiha redî hakim xwestin.
Dadgehê xwest ku bêyî daxwaz û îtirazên parêzeran bicih bîne û li benda biryara dadgeha bilind bimîne, danişînê berdewam bike, lê belê parêzeran û xizmên malbata Dedeogullarî li dadgeh protesto kirin û ji eywana dadgehê derketin.
Li aliyê din belgeyeke tomara deng ji dosyeya qatilê 7 endamên malbata Kurd Mehmut Altun hatiye derxistin ku qatil beriya ji aliyê polîsan ve bê desteserkirin, bi rêya telefonê ji polîsan re gotiye, ew ê hîn 5 kesên din jî bikuje. Parêzerên malbata Dedeogullari herwiha ji bo vê jî îtiraz kirin û xwestin ew belge jî di dosyaye dozê de cî bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin