Danisîna doza darizandina Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hat dîtin

10 September 2021 10:03 0 dîtin
Danisîna doza darizandina Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê hat dîtin

PeyamaKurd – Li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê, danişîna doza darizandina Hevserokên HDPê yên Diyarbekirê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen hat dîtin.

Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen ên bi îdîaya “endamtiya  rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandin li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat dîtin. Alokmen ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xarpetê bi SEGBÎSê beşdarî danişînê bû. Ceylan di tevlî danişînê nebû. Di danişînê de, parêzerên Ceylan û Alokmen Şeyhmûs Bayhan û Berdan Acûn amade bûn.

Şandeya dadgehê destnîşan kir, derbarê Ceylan û Alokmenê de dosyeyên dozên din hene û xwest ev dosya bibin yek. Şandeyê ji bo ku dosya bê lêkolînkirin û di vê mijarê de biryar bê dayîn, danişîn taloqî 20ê Çileyê kir.