Hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin

27 August 2023 15:03 0 dîtin
Hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin

PeyamaKurd – Di Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku îro 27ê Tebaxê li Enqerê hate lidarxistin, Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan wek hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Beriya dengdanê herdu hevserokên nû di kongreyê de axaftin kirin. Hevseroka nû ya HDPê Sultan Ozcan got: “Roja HDP hatiye avakirin heta niha di lijneyên wê yên cuda de min cih girt. Dema peywira hevserokatiya giştî ya HDP’ê ji bo min hatî teklîfkirin, min ev yek weke nîşaneya rûmetê qebûl kir. Soz didim ku dê felsefeya HDP’ê bidomînim û bibim parçeyeke vê meşa mirovahiyê ya mezin.”

Hevserokê din ê HDPê Cahît Kirkazak jî axaftina xwe bi Kurdî kir û diyar kir, “Ji we hemûyan re merhaba, hûn hemû serseran serçavan hatine. Dema me dest bi têkoşîna HDP’ê kir me soz da hev. Me soz da gelê Kurdistanê, gelê Tirkiyeyê û me soz da dîrokê. Ev sozê me hîn di meritê de ye. Ev sozê me ew e ku dayikên me yên di têkoşîna azadiyê de jiyana dest dane riya wan riya me ye, doza wan doza me ye. Em miheqeq vê dozê bibin serî. Daxwaziya me ewe ku bila gelê me piştgiriya me bikin. Pêwistiya me ew e. Daxwaza me ji gelê me ew e ku werin em bi hev re jiyana nû û azad ava bikin. Mil bidin me pêşerojê jiyanek bi rûmet em bi hev re ava bikin. Ên ku êrişê birdoziya me dikin bila bizanibin ku birdoziya HDPê li ser piya ye û em ji wan natirsin. Bila ew ji me bitirsin. Ez we hemûyan slav dikin.”

Hêjayî gotinê ye, erka hevserokên berê yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî bi vê kongreya HDPê re bidawî bû û biryare wek parlamenter di nav YSPê de siyaseta xwe berdewam bikin.

Sultan Ozcan

Sultan Ozcan sala 1965an li navçeya Develî ya Qeyserî ya Tirkiyê ji dayik bûye. Piştî ku 12 salan li Zanîngeha Çukurovayê karmendî kiriye dev ji karê xwe berdaye û di sektora taybet de xebitiye. Sultan Ozcan gelek salan di sendîka û komeleyan de rêveberî kiriye.

Cahît Kirkazak

Cahît Kirkazak, sala 1979an li navçeya Farqînê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Kocaeliyê beşa hiqûqê xwendiye. Kirkazak, parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobaniyê ye.