Ji bo îhtimala girtina HDPê 3 planên bo besdariya hilbijartinan hatin diyarkirin

18 July 2021 17:43 0 dîtin
Ji bo îhtimala girtina HDPê 3 planên bo besdariya hilbijartinan hatin diyarkirin

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku doza girtinê lê hatiye vekirin, heger biryara girtinê bê dayîn wê bi navekî din bikeve hilbijartinan û planên A, B û Cyê jî ji niha de hatine amadekirin.

Li gorî agahiyên kulîsan, plana yekem a HDPê ya Ayê ji bo partiyê neyê girtin, ‘Parastina Partiyê’ ye ku niha jî kampanyayek hatiye destpêkirin.

Heger biryara girtina HDPê ji dadgeha destûra bingehîn derkeve jî plana Byê dikeve dewrê û hat îdiakirin ku wê HDP di bin banê yek ji partiyên pêkhateyên nav HDPê de bikeve hilbijartinan. Lê belê wê di wî partiya pê bikevin hilbijartinê de, nav jî tê de hin guhertin bêne kirin û kongreyekê bo wê partiyê li dar bixin.

Herwiha heger pirsgirêk di derbasbûna partiyeke din bo hilbijartinan de derkeve jî plana Cyê hatiye amadekirin ku ew jî bi namzedên serbixwe çûna hilbijartinan e.